Ji ber hezîna axê ya li Myanmarê 166 kes mirin

Li Myanmarê ji ber hezîna axê ya li kanên kevirên kesk ê bi qedir bi kêmanî 166 kes mirin, xebatên lêgerînê yên rizgarkirinê jî hê dewam dike.

Tîmên Arkujiyê ragihandin ku di rewşa heyî de 166 cenaze dîtine, 54 birîndar jî rakirine nexweşxaneyên li herêmê. Li gorî bîlançoya berî niha 113 kes miribûn.

Xebatên lêgerînê dewam dike, lê baranên mosonê zoriyê dide xebatan.

Piraniya kesên mirinîn ji karkerên ji pêkhateya Arakan in. Partiya Netewî ya Arakan ji malbatan re sersaxî xwest.

Hezîn 2’yê Tîrmehê li kana Hpakant a li nêzî sînorê çînê pêk hatibû. Ji ber baran dijwar kevir heziyan û ketin çem, karker jî man dibin herî û lêhiya rabûn de.

Her sal bi dehan karkerên madenan ji ber lêgerîna kevinên bi qîmet bi taybet ji ber baranên mosonê û şertên zemet ên kar dimirin.

Rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Watchdog Global Wîtness endustiriya madenê ku bihayê bi dehan milyon dolar e, ne fermî karkeran jî didin xebitandin.