Ji ber êrîşên xwekujî li Nîjeryayê 31 kes mirin

Li bajarê Dambao yê Nîjeryayê ji ber êrîşên xwekujî 31 kes mirin. Çeteyên Boko Haram, zarokên keç weke êrîşkarên xwekuj bi kar tînin.

Çeteyên Boko Haram, zarokên keç ên li Nîjeryayê revandine weke êrîşkarên xwekuj bi kar tînin. Çavkaniyên polîsan ên ji AFP'ê re axivîn gotin, "Dema ku em çûn cihê bûyerê, me dît ku êrîş ji aliyê 6 zarokên keç ve hatiye kirin. Serê zarokên keç jê bûbûn. Emrê wan jî 7 heta 10 salî bû."

Li bajarê Dambao yê eyaleta Bornoyê, ji ber du êrîşan 31 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên polîsan gotin, êrîş li dijî mirovên Cejna Qurbanê pîroz dikin hatiye ikrin. Li gorî agahiyan, piştî êrîşê kesên çekdar gule li herêmê reşandine.

Rayedarekî herêmî jî bîlançoya êrîşê piştrast kir û got, "Bîlançoya dawî hate eşkerekirin rast e. Lê belê rewşa hin ji birîndaran giran e û fikar hene ku jiyana xwe ji dest bidin."

Roja 1'ê Gulanê li bajarê Mubiyê li hemberî mizgeftekê êrîşek hatibû kirin û di encamê de 86 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Nîjeryayê di şerê 9 salan de 20 hezar kes mirin. Li bakurê Nîjeryayê û li Nîjer, Çad û Kamerûnê krîzeke însanî rû dabû.