Ji ber êrîşên Tirkiyeyê wê bangî wezîrê Iraqê bikin ku bila were parlementoyê

Parlementerê Koalîsyona Dewleta Qanûnê Durxam Malikî diyar kir derbarê êrîşên Tirkiyeyê wê bang li Wezîrê Karê Derve Fûad Huseyîn were kirin da ku were parlementoyê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê Parlementerê Koalîsyona Dewleta Qanûnê Durxam Malikî gotiye ku ji bo nîqaşa êrîşên ku Tirkiye li ser axa Iraqê dike wê Wezîrê Karê Derve Fûad Huseyîn vexwînin parlementoyê.

Malikî diyar kir parlemento peywira xwe baş bi cih tîne û bi kitekit li ser saziyên fermî disekine û di heman demê de wê wezaretan vexwînin parlementoyê.

Parlementoya Iraqê ji bo lêkolîna êrîşên ku Tirkiye bi çekên kîmyewî dike duh komîsyoneke taybet ava kiribû. Wê komîsyon biçe qadên operasyonê û li vir lêkolînan bike.