Ji ber bêdengiya Kazimî ya li hemberî êrîşên Tirkiyeyê pêngava îmzeyan hate destpêkirin

Li Parlementoya Iraqê li hemberî bêdengiya Serokwezîr Kazimî ya li hemberî êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a li ser xak û serweriya Iraqê pêngaveke komkirina îmzeyan hat destpêkirin. Hat xwestin parlemento bi lezgînî li ser mijarê bicive.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ku bi dehan welatî dibin hedef, Serokwezîrê Iraqê heya niha ti helwestek nîşan nedaye û bêdeng e.

Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Fetih, Refîq Salih ragihand ku li Parlamentoya Iraqê ji bo lêpirsînkirina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêngavek a komkirina îmzeyan hatiye destpêkirin.

Fetih Refîq diyar kir, “Em dixwazin Parlamentoya Iraqê civînek ne asayî li ser vê mijarê li dar bixe. Ji bo lêpirsîna Mistefa Kazimî divê rê û rêbazên pêwîst werin esasgirtin. Ji ber ku li beramberî êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê û binpêkirina serweriya wê heta niha jî bêdeng e.”