Ji ber bahoza Glarîa ya li Spanyayê 12 kes mirin, 4 jî winda ne

Ji ber bahoza Glorîa ya roja Yekşemê heta Duşemê li Spanyayê bi bandor bû, 12 kes mirin û 4 jî winda bûne.

Serokwezîr Pedro Sanchez sersaxî ji malbatên 12 kesên mirine re xwest, diyar kir ku ji bo kesên winda di demekî herî zû de bê dîtin kar dikin. Serokwezîr diyar kir ku ya qewimî girêdana wê bi guhertina avhewayê ve heye.

Bahoza Gorîa rojhelatê welatû peravên Behra Spî bibandor bû. Serokwezî Sanchez anî ziman ku bahoz 3 kêlometreyan ketine nava Delto de Ebro ya herêma Katalonyayê û got: “Li hinek deveran, barana ku li bendê bû tevahiya salê bibare di rojekê de barî.”