Di meha borî ya Îlonê de ANF’ê ragihandibû ku serikên fuzeyên ÎHA’yên artêşa Tirk ji aliyê şîrketa çekan a Elmanyayê TDW tê çêkirin. Derketibû holê ku, vê şîrketê ji bo vî karî bi carekê re 300 hezar eûro ji Tirkiyeyê stendiye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di dawiya Îlonê de li Berlînê bi nûnerên dewleta Elmanyayê re civiyabû û diyar kiribû ku di navbera wan û Elmanyayê de biryara domandina hevkariyan hate dayîn.
Ji xeynî hevkariya siyasî û ekonomîk, di navbera rejîma Erdogan û dewleta Elmanyayê de hevkariya leşkerî jî tê kirin. Tê payîn ku şîrketên çekan ên Elmanyayê lîsansên nû bidin artêşa Tirk.
JELPKE: BILA MAFÊ LÎSANSAN WERE BETALKIRIN
Parlementera Partiya Çep Ûlla Jelpke têkildarî dayîna mafê lîsansên ji bo hilberandina fuzeyan û hevkariya leşkerî ya di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de ji ANF’ê re axivî û got ku, “Agahiyeke teqez e ku ji bo wesayîtên bêmirov ên hewayî yên rejîma Erdogan piştgirî tê dayîn.”
Jelpke bal kişand ser vî tiştî ku slogana ‘Bi çekên Elmanyayê û bi pereyên Elmanyayê li her derê cînayet tên kirin’ hê jî lê ye û şîrketên çekan ên wekî TDW, Rheînmetall û Heckler&Koch mafê lîsansê didin artêşa Tirk û ev jî tê wateya xurtkirina senayiya leşkerî ya Tirkiyeyê.
Parlementer Jelpke diyar kir ku dayîna mafê lîsansan tê wateya hevkariya sûcên dewleta Tirk û ev gav li Rojhilata Navîn rê li ber kûrkirina aloziyan vedike. Jelpke bang li hikumeta Elmanyayê kir ku mafê lîsansan jî di nav de, divê firotina çekan a ji Tirkiyeyê were sekinandin.