Isarîlê li Xazeyê êrîş bire ser 25 deveran

Artêşa Israîlê ragihand ku wan êrîş birine ser 25 deverên bi Hamasê re têkildar.

Artêşa Israîlê avêtine roketan kire sedem ku li Şerîda Xezayê êrîşê bibe ser 25 deverên bi Hamasê re têkildar. Şeva Çarşmê êrîş birin ser wan cihan.

Hate gotin di nav wan cihan de ku bûne armanca êrîşan atolyeyên hilberîna rokêtan, stareya amûrê hewayî yên bê mirov û binesaziyên leşkerî hene. Hê zelal nebûye bê ka kesek miriye yan na.

Piştî agirbesta 2014’an a bi Hemasê re ev cara pêşî ye êrîşeke wiha dibe. Artêşa Israîlê destpêka heftiyê gotibû li dijî Cîhada Îslamî bi ser 35 deveran de êrîş birine.

Arêşa Israîlê Sêşeme got ji Şerîda Xazeyê 70 rokêt û obûs bi ser Israîlê de hatine avêtin û hin ji van ji hêla pergala berevaniya hewayî ve hatine astengkirin.

Li gorî Israîlê ji 2014’an ve êrîşa herî giran bû ev êrîşên bi rokêtan ên Hamasê.

DYA’YÊ BANG LI KONSEYA EWLEHIYÊ KIR

Hevalbendê mezin ê Israîlê DYA’yê li dijî êrîşa rokêtan helwest nîşan da û bang li Konseya Ewlehiyê ya NY’yê kir ku Çarşemê bi lezgînî bicive.

Sefîra DYA’yê yê NY’yê Nîkkî Halet got, ‘’Rêveberên Filîstînê ji ber ku destûra êrîşa ji Xazeyê dane divê hesab bidin.’’

HAMASÊ Û CÎHADA ÎSLAMÎ DAXUYANIYA HEVPAR DAN

Baskê çekdar ê Hamasê û Cîhada Îslamî bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşa ser Israîlê anîn ser xwe. Kêm caran du kom bi hev re daxuyaniya hevpar didin.

Di daxuyaniyê de hate gotin rokêt bersiva kuştina sê endamê Cîhada Îslamî ye, ku Yekşemê bi êrîşa Israîlê hatibûn kuştin. Di daxuyaniya hevpar de hate gotin, ‘’Ev sûc bi ti awayî bi xweşbînî nikare were dîtin’’ û gef xwar ku hemû vebijêr li ber wan in.

ÎDÎAYA AGIRBESTÊ

Sêşemê hate gotin Cîhada Îslamî, rêxistinên Filîstînî û Israîlê bi navbeynkariya Misrê agirbest kirine. Lê Israîl peymaneke wiha red dike.

Ji 2008’an û vir ve di navbeyna Israîlê û Hamsê de 3 caran şer derket. Ji 2014’an ve di navbeyna Hamasê û Israîlê de agirbest heye. Lê Israîl êrîş û gefên li ser welatê wan dike sedem û êrîşan dibe ser wan.

Gulanê careke dî jî rewşa ku agirbest bi dawî bibe hate holê. Vegera panberên Filîstînê ya li welatê xwe û ji bo bidawîhatina dorpêça Israîlê çalakiyên kirin, veguherî protestoyên vebûna sefaretxaneya DYA’yê ya li Qudsê, ya 14’ê Gulanê. Di dema çalakiyan de Israîlê êrîş bire ser çalakiyan û 121 kes hatin kuştin, bi hezaran kes birîndar bûn.