Hûsiyan fuzeyeke din avêtin Erebîstana Siûdî

Hûsî ku hêzeke milîs a Yemenê ye, fuzeyeke din a balîstîk avêt Erebîstana Siûdî.

Televîzyona El Masîra ya Hûsiyan ragihand, armanca fuzeyê parzûngeha şîrketa Aramco ya li wîlayeta Cîzanê bû.

Berdevkê Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî jî diyar kir ku berê fuzeyê li wargehekê bû. Albay Turkî el Malîkî got, wan fuze teqandine û xisar li cihekî nebûye.

Hatibû gotin ku roja 6'ê Îlonê li ser bajarê Najran ê Erebîstana Siûdî fuzeyek hatiye teqandin. Hatibû ragihandin ku ji ber parçeyên fuzeyê 26 kes birîndar bûne.

Li gorî Koalîsyona Ereb, ji sala 2015'an û vir ve herî kêm 185 êrîşên bi fuzeyan li dijî Erebîstana Siûdî hatine kirin û piraniya wan hatine astengkirin.