Hûsiyan êrîşî balafirgeha Siûdiyan kirin

Milîsên Hûsî yên Şîa yên Yemenê bi firokeyên bê mirov êrîşeke din birin ser balafirgeha Abha ya li başûrê Erebîstana Siûdî.

Televîzyona El Masira ya Hûsiyan ragihand, tevgera Şîa êrîşek bi drone bir ser balafirgeha Abha ya Erebîstana Siûdî.

Rayedarên Siûdî êrîş hîn piştrast nekirine. Der barê encamên êrîşê de agahî nehate wergirtin.

Hûsiyan hefteyên dawî gelek caran bi drone û fuzeyan êrîşî Sûdiyan kirin. Hefteya derbasbûyî Sêşem-Çarşemê bi fuzeya seyir êrîş li balafirgeha Abha hate kirin. Di êrîşê de 26 kes birîndar bûn.

Hûsiyên ku li Yemenê herêmeke berfireh kontrol dikin, Şemiyê bi firokeyên bê mirov êrîşî balafirgehên Abha û Cîzanê kiribûn.

Hûsiyên Şîa her wiha berpirsyariya hin êrîşên meha derbasbûyî yên bi firokeyên bê mirov ên li dijî Erebîstana Siûdî dabûn ser milê xwe. Yek ji wan jî 15'ê Gulanê li dijî du stasyonên li ser xeta petrolê bû. Beriya wê bi du rojan jî li dijî çar keştiyên petrolê yên Siûdiyan ên li Kendavê êrîşa sabotajê hatibû kirin. Rêveberiya Riyadê ji vê çalakiya sabotajê Îran berpirsyar dîtibû.

Koalîsyona Siûdî-Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî yên piştgiriyê ji hêzên rojavayî werdigirin, ji Adara 2015'an ve li Yemenê li dijî Hûsiyan şer dike.