Hûsiyan diyar kirin ku wan bi hezaran leşkerên Siûdî girtine

Milîsên Hûsî yên Yemenî diyar kirin, ku di dema êrîşeke berfireh de wan bi hezaran leşkerên Siûdî êsîr girtine û dest danîne ser bi sedan wesayitên zirxî.

Berdevkekî leşkerî yê hûsiyan ji televîzyona El Mesîre re axivî û diyar kir, Erebistana Siûdî li herêma sînor a nêzî wîlayeta Necranê dest bi êrîşeke berfireh kirine.

Li gorî berdevk, di operasyonê de ya bi piştevaniya droneyan û bataryayên parastina hewayî, 'bi giştî sê tûgayên dijmin' hatin têkbirin.

Berdevk Yahya Sarea anî ziman, ku bi hezaran leşkerên Koalîsyona Ereb hatine girtin û di nava wan de gelek efser û leşkerên Siûdî hene. Berdevk her wiha anî ziman ku wan dest danîne ser bi sedan wesayitên zirxî.

Berdevk got, "Operasyonê 72 saetan dom kir. Hêzên me li wîlayeta Necranê qadeke ji sedan kîlometreyî kontrol kirin." Sareya destnîşan kir ku wê bi dîmenan hîn bêhtir detayên operasyona li herêma Necranê ragihînin.