Husiyan bi dron û moşekan êrîş bire ser Siûdî

Hûsiyên Yemenî bi dron û moşekan êrîş birin ser hedefên Siûdî yên li bajarê Cîzanê.

Li gorî daxuyaniyan Hûsiyan wan bi doron û moşekan êrîş birine ser gelek hedefên li Cîzanê.

Hate diyarkirin di nav hedefan de koma petrolê ya netewî Aramco û pergala berevaniya moşekî Patrîot jî heye.

Siûdî şewata piştî êrîşê û êrîşa li ser pergala berevaniya moşekî piştrast nekir.

Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî aşkere kir bi şev û berê sibehê parçeyên çar dronan û parçeyên pênc moşekên balistîk ketine baxçeyê Zanîngeha Cîzanê û şewateke biçûk çêbûye.

Hûsiyên Yemenî 12'ê Nîsanê jî ragihandibûn ku tesîsên Aramco jî di nav de bi 17 dron û moşekan êrîş birine ser deverên cuda.