HRW: Li Macarîstanê penaber birçî têne hiştin

Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) got hikûmeta Macarîstanê tehdeyê li penaberan dike, penaberan birçî dihêle.

HRW’yê çavdêrî li penaberên li herêma tampon a di navbeyna Macarîstan û Sirbîstanê kir û rêveberiya Budapeşteyê bi tehdeyê sûcdar kir. HRW’yê got seraqet tehde li penaberan tê kirin û hewcetiya wan a xwarinê jî nayê dabînkirin. HRW’yê xwest ku zûzûka dev ji van polîtîkayan biqerin.

Raportora Rêxistinê yê Ewropaya Rojhilat û Balkanlaran Lydîa Gall bi daxuyaniyekê got hikûmeta Macarîstanê alîkariya zad a li penaberan rawestandiye, bi vî rengî rewşa dermirovî gihandiyeke asteke bilind û endamtiya li YE’yê ya Budapeşteyê bi bîr xist û bang kir ku berpirsyariya xwe ya ji ber hiqûqa mafê mirovan bi cih bîne.

Gall got, ‘’Ev gava dirû ya ku rehetiya mirovan ji nedîtî ve tê, armanc dike ku penaber serlêdana ya xwelêgirtinê berdin û Macarîstanê terk bikin.’’

Derbarê mijarê Bûroya Koçkirinê û Îltîcakirinê ya Macarîstanê 20’ê Tebaxê daxuyaniyek da û got hikûmet ne berpirs e ku li herêmên tapmon xwarinê bide mirovan. Lê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryar standibû ku rêveberiya Budapeşteyê ji hêla hiqûqî ve ji penaberên navborî bepirs e û divê belavkirina zad dîsa dest pê bike.

HRW’yê bang li Macarîstanê kir ku pêdiviya av û xwarinê ya penaberên li herêma tampon dabîn bike.

Li Macarîstanê hikûmeta rastgir li ser mijara penaberan bi polîtîkayeke hişk e. Herî dawî, bi guhertina qanûnan hema hema êdî penaber nema qet dikarin biçin Macarîstanê.