Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

HRW'ê Îsraîl û Hamas bi sûcê şer sûcdar kir

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Îsraîl û Hamas sûcdar kir ku di şerê meha Gulanê de sûcê şer kirine.

Di şerê 11 rojan ê navbera artêşa Îsraîlê û Hamasê de ku di navbera 10-21'ê Gulanê de qewimî, zarok jî di nav de 260 Fîlîstînî û leşkerek û 2 zarok jî di nav de 13 Îsraîlî hatin kuştin.

HRW'ê 3 êrişên artêşa Îsraîlê lêpirsîn kir ku 10'ê Gulanê li Beyt Hanûn, 15'ê Gulanê li Kampa El Şatî û 16'ê Gulanê jî li kolana El Wahda ya li navenda Gazzeyê pêk hat. Di van êrişan de li gorî HRW'ê 62 Fîlîstîniyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

HRW'ê got, "Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku êriş li dijî tunelên komên çekdar û navenda fermandariyê hatine kirin, lê belê detayên cuda yên ku karibin vê agahiyê piştrast bikin pêşkêş nekir." Îsraîlê nehişt ku lêkolînerên navneteweyî biçin herêmê.

HRW'yê li gorî daneyên artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di serî de Hamasê komên çekdar ên Fîlîstînî 4 hezar û 300 roket avêtin Îsraîlê, ev yek jî "êrişên îllegal" bûn.

HRW'ê diyar kir ku têkildarî van êrişan ew li ser raporeke cuda dixebitin û got, "Rayedarên Îsraîl û Fîlîstînê ji bo rabûna li ber binpêkirinên ji aliyê hêzên wan ve tênekirin, kêm bi dilxwazî tevdigerin." HRW'ê diyar kir ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî divê li dijî van "sûcên şer ên tên îdîakirin" "lêpirsînê" bide destpêkirin.