Hollandayê ji ber rola xwe ya di koletiyê de lêborîn xwest

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûtte li ser navê dewleta Hollandayê ji ber ku rola wan di koletiyê de heye û heta niha didome, lêborîn xwest.

Rûtte diyar kir bi sedsalan welatê wî û nûnertiyan koletî ava kirine, teşwîq kirine û ji vî tiştî sûd wergirtine. Rûtte di televîzoyna neteweyî ya Arşîva Neteweyî ya Hollandayê de got “Ez îro lêborîne dixwazim.”

Rûtte di axaftina xwe de got “Îro kesên dijîn ji ber koletiyê tu sûcekî wan tune. Lê dewleta Hollandayê berpirsê êşa kesên hatine kolekirin û ya neviyê wan e.”

Serokwezîrê Arûbayê Evelyn Wever-Croes a ku ew jî yek ji mêtingehên kevn ên Hollandayê bûn roja Duşemê daxuyanî da û got “Ev di dîroka kraliyetê de gaveke girîng e.”

Serokê Tazmînata Neteweyî a Sûrînamê Armand Zûnder jî got “Heke hûn qebûl dikin ku li hemberî mirovayetiyê sûc hatiye kirin, nexwe careke din bibêjin em berpirsyar in… A rast ez qala tazmînatê dikim.”

Li gorî dîroknasan bazirganên ji Hollandayê herî kêm nîv milyon koleyên ji Efrîkayê birine parzemîna Emerîkayê û ew şandine Brezîlya û Karayîpê. Evqas ên ji Asyayê jî li Giravên Hîndê yên Rojhilat û li Endonezyayê hatine kolekirin.