Hilbijartinên Rûsyayê: Pûtîn vê carê jî bê hevrik e

Vladîmîr Pûtîn ku li Rûsyayê piştî Stalîn lîderê herî zêde bi demdirêjî li ser desthilatdariyê maye, tê texmînkirin ku di hilbijaritnên meha Adarê de herî kêm 60 ji sedî yê dengan bigire.

Vladîmîr Pûtîn ku sala 2000'î ji bo wezîfeya serokatiya dewletê hate hilbijartin, li gorî qanûnên hilbijartinê di navbera salên 2008-2012'an de tevlî hilbijartinê nebû û wezîfeya xwe bi Serokwezîr Dîmîtrî Medvedev re guherandibû.

Piştre bi guhertina qanûna hilbijartinê re dema wezîfeya serokdewletiyê ji 4 salan derxist 6 salan. Pûtîn ku sala 2012'an cara sêyemîn ji bo wezîfeya serokatiyê hate hilbijartin, xuya ye di hilbijartinên Adara 2018'an de jî bê hevrik e.

Li gorî lêkolîna dawî ya raya giştî ku ji aliyê Enstîtuya Levada ve hate weşandin, 61 ji sedî yê dengdêran gotin ku wê dengê xwe bidin Pûtîn. Di navbera Pûtîn û namzetekî din Vladîmîr Jîrînovskî yê neteweperest de 53 pûan hene.