Hilbijartinên Iraqê bi hîle ne: Li 1021 navendan encam hatin betalkirin

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê li welat û derveyî welat encamên hilbijartinê yên 1021 navendan betal kir.

Komisyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamaê dengên hezar û 21 (1021) navendên dengdanê betal kir

Komisyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya  Iraqê îro ragihand ku encama dengên hezar û 21 navendên dengdanê li Iraq û Herêma Kurdistanê  hatine betal kirin.

Li gor vê encama 73 navendên dengdanên li Hewlêr, li Embar 50, li Bexda 6, li Selahaddîn 36, Nînava 179, li Diyana 2, li Dihok 224, Kerkûk 186 û Silêmaniyê 96 e.

Her wiha Komisyonê diyar kir ku encamên 67 navendên dengdanê yên li Elmanya, Urdin, DYA, Swêd, Brîtanya û Tirkiyê jî îptal kirine.

Her wiha Komisyonê ragihand ku di çarçoveya lêkolîna li ser 2 hezar navendên dengdanê de, encama 852 navendên din betal kirine.

Li tevayî Iraqê di 12’ê Gulanê de hilbijartinên parlamentoya Iraqê hate kirin. Li herêma Kurdistanê gelek hîle û sextekarî hatibû kirin û li ser vê Tevgera Goran,  Hevpeymaniya Demokrasî û Edaletê, Yekgirtû û Komela Îslamiya Kurdistan encamên hilbijartinê red kiribûn û îtiraz kiribûn.