Hilbijartina Serokdewletê Kolombiyayê ji tûra duyemîn re ma

Hilbijartina Serokdewletê Kolombiyayê ji tûra duyemîn re man. Di tûra duyemîn de Duque û Petro wê bên hemberî hev.

Li Kolombiyayê doh hilbijartina serokdewletiyê hate kirin. Ji namzetên rastgir Ivan Duque rêjeya 39,13 a dengan stend û bû yekemîn. Namzetê çepgir Gustavo Petro jî 25,09 ê ji dengan girt û bû duyemîn.

Di tûra yekemîn de Duque 7 milyon û 554 hezar, Petro 4 milyon û 844 hezar, namzetên din Sergio Fajardo 4 milyon û 584 hezar, German Vargas Lleras jî 1 milyon û 400 hezar deng stendin.

Humberto de la Calle ku di danûstandinên aştiyê yên bi FARC'ê re muzakerevanê sereke bû û ji ber tevkariya xwe ya li peymanê weke "Mîmarê aştiyê" tê naskirin, 398 hezar deng stend.

Tûra duyemîn a hilbijartinê wê 17'ê Hezîranê bê kirin.