Hikûmeta Swîsreyê biryara qedexekirina Hamasê wergirt

Hikûmeta federal a Swîsreyê ragihand ku bi pêşnûmeqanûnekê li Meclîsê biryara qedexekirina tevgera Fîlîstînî ya Hamasê wergirtine.

Konseya Federal roja Çarşemê biryar da ku pêşnûmeqanûneke qedexekirina rêxistina Hamasê ya li Swîsreyê pêşkêşî Meclîsê bike.            

Hikûmet, Wezareta Dadê, Wezareta Parastinê û polîs heta dawiya Sibata 2024’an pêşnûmeqanûneke federal amade bikin.

Her wiha wê sê rêxistinên sivîl ên Filistînî dê fonên xwe yên li Swîsreyê winda bikin. Konseya Federal di wê baweriyê de ye ji bo bersivdayîna êrîşa 7’ê Cotmehê ya li dijî Îsraîlê û rewşa Rojhilata Navîn qedexekirina Hamasê li Swîsreyê rêya herî baş e.

Konseya Federal di 11’ê Cotmehê de ragihandibû ku ew di wê baweriyê de ye ku divê Hamas wek rêxistineke terorîst were binavkirin.

Her wiha du komîteyên polîtîkaya ewlehiyê yên parlementoyê ji bo qedexekirina Hamasê pêşniyarek pêşkêş kirin. Di rûniştina meha Kanûnê de dê were nîqaşkirin.