Hikumeta Rûs îstîfa kir

Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev, îstîfaya xwe pêşkêşî Serokê Dewletê Vladîmîr Pûtîn kir.

Medvedev daxuyanî da û got ku “Ji bo ku Serokê Dewletê hemû tevdîran karibe werbigire, em derfetan jê re amade dikin. Ji ber vê jî hikumet îstîfaya xwe pêşkêş dike.”

Serokê Dewletê Vladîmîr Pûtîn di 15’ê Çileyê de Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê ji peywirê stendibû û diyar kiribû ku ew dixwaze Dmîtrî Medvedev pêşniyaz bike.

Piştî vê daxuyaniyê îstîfaya hikumetê hate pêşkêşkirin. Pûtîn hin reformên destûra bingehîn jî pêşniyaz kir. Heke reform werin qebûlkirin wê Serokwezîr ji aliyê parlementoyê ve were diyarkirin.