Hikumeta nû ya Lîbyayê bang kir ku bila leşkerên bi pere ji Lîbyayê derkevin

Hikumeta nû ya Lîbyayê bang kir ku li Lîbyayê bila hemû leşkerên bi pere ji welat derkevin.

Li Trablûsê Wezîrê Karê Derve yê Lîbyayê Najla El Mangûş tevî wezîrên karê derve yên Fransa, Elmanya û Îtalyayê civîneke hevpar a çapemeniyê da û got, “Em dubare dikin ku bila hemû leşkerên bi pere werin vekişandin û ev tişt demildest pêk were.”

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan jî got ku “Ji bo ku dewleta Lîbyayê serweriya xwe îfade bike, divê leşkerên bi pere derkevin.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres jî roja Çarşemê daxuyanî dabû û diyar kiribû ji ber li dora Syrteû navenda Lîbyayê hêzên biyan hene, ev dibe sedema fikaran. Li gorî NY nêzî 20 hezar leşkerên biyan û yên bi pere hene.