Hikumeta Fransayê paşve gav avêt; çalakî wê bidomin

Li Fransayê, di encama xwepêşandanan de hikumetê biryar da ku baca sotemeniyê ya sala 2019'an betal bike. Çalakiyên 'Êlek Zer'an wê bidomin.

Çalakiyên 'Êlek Zer'an, 17'ê Mijdarê li dijî zêdekirina buhayê sotemeniyê dest pê kiribûn. Hikumetê yekemcar pêr paşve gav avêt û diyar kir, baca nû ya zêde ya sotemeniyê wê bi demkî rawestînin.

Lê belê ji ber ku ev soz têrker nehate dîtin, hikumetê doh îlan kir ku wê baca zêde ji bo temamiya sala 2019'an rawestîne.

Ev biryara hikumetê wê bandorê li çalakiyên 'Êlek Zer'an ên roja Şemiyê yên li Parîsê û gelemperiya welêt neke. Çalakger wê roja Şemiyê li kolanan bin.