Hikûmeta Filîstînê îstîfaya xwe pêşkêş kir

Hikûmeta Rêveberiya Filîstînê ya ku navenda wê li Şerîa Rojava ya dagirkirî ye, îstifaya xwe pêşkêşî Serokê dewleta Filîstînê Mahmûd Abbas kir.

Serokwezîr Muhammed Iştiyye, ragihand ku hikûmeta Rêveberiya Filîstînê ya Şerîa Rojava ku dagirkiriye, roja Duşemê îstîfaya xwe pêşkêşî Serokê dewleta Filîstînê Mahmûd Abbas kiriye.

Iştiyye di daxuyaniya ku li Ramallahê daye de got, “Îstîfaya hikûmetê di 20’ê Sibatê de min ji serokkomar re ragihand, îro jî bi awayekî nivîskî pêşkêş dikim” û diyar kir ku ev biryar ‘bi geşedanên ku piştî êrîşên li dijî Xezeyê’ û ‘berfirehbûna’ şerê li Şerîa Rojava ya dagirkirî hatiye girtin.

Ji dema şerê di navbera Îsraîl û tevgera Îslamî ya Filîstînî Hamasê ku di 7’ê Cotmehê de li Xezeyê destpêkir û vir ve, gelek Filîstînî, li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê û zêdebûna şîdeta li Şerîa Rojava ya dagirkirî, Serokê dewletê yê 88 salî Mahmûd Abbas ji ber "bêhêziyê" wî rexne kirin.

Ji şerê Hezîrana 2007’an û vir ve rêveberiya Fîlîstînê di navbera Hamasê ku Xezeyê Konrol dike û Rêveberiya Fîlîstînê ya Mahmûd Abbas ê li Şerîaya Rojava ya ji sala 1967’an ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye xwedî hêzeke bi sînor e, de hatiye parçekirin.

Biraziyê serokê dîrokî yê Filîstînê Yaser Arafat, Nasir El Kîdva heftiya borî di hevpeyvîneke xwe ya ligel AFP’ê banga avakirina yekîtiyê li serokên siyasî kiribû.