Hikumeta Bexdayê diderize

Hikumeta navendî ya Iraqê ku Cotmeha 2018'an bi serokatiya Adil Abdulmehdî ava bû, hîn saleke xwe temam nekir diderize. Lîsteya Hikme Neteweyî ya Iraqê ragihand ku ew derbasî mûxalefetê bûye.

Li Iraqê 12'ê Gulana 2018'an hilbijartinên giştî hatibû kirin û piştî pênc mehan ji aliyê Adil Abdulmehdî ve meha Cotmehê di encama lihevkirina ji neçarî ya bi aliyan û lîsteyan re hikumet hatibû avakirin. Lîsteya Sarîûn a bi lîderiya Muqteda El Sadr ne di nav de lîsteyên din hemû tevlî hikumetê bûn.

Lê belê hikumeta Abdulmehdî ku hîn saleke xwe danegirtiye derizî. Lîsteya Hikmê Neteweyî ya bi pêşengiya Amr Hekîm ragihand ku ji hikumetê vekişiya ye û bûye mûxalefet.

Di daxuyaniya nivîskî de hate ragihandin ku di civîna îstîsnaî ya ofîsên siyasî de xizmetên civakî û fikarên giştî yên gelê Iraqê hatine nirxandin.

Lîsteya Hikme ragihand ew tercîha mûxalefeta siyasî dipejirînin û di asta neteweyî de wê rola xwe ya di vê çarçoveyê de bi cih bînin.

Koma bi serkêşiya Amr El Hekîm bi lîderê Şîa Muqteda El Sadr tevdigere.