Hikûmeta Bexda gilî li Îranê kir

Hikûmeta Iraqê piştî êrîşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê ya li ser Hewlêrê, li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Neteweyên Yekbûyî gilî li Îranê kir.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê eşkere kir ku ji ber êrîşa bi fuzeyan a li ser Hewlêrê, li Konseya Ewlehiyê ya NY’ê û Neteweyên Yekbûyî gilî li Îranê kirine.

Wezaretê ragihand ku du nameyên derbarê giliyên Iraqê de, bi rêya Nûneriya Daimî ya Iraqê ya li New Yorkê ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonîo Gûterres û Wezareta Konseya Ewlehiyê ya NY’ê re hatine şandin.

Muhafizên Şoreşê ya Îranê şeva 15’ê Çileyê bi fuzeyên balîstîk êrîşî Hewlêrê kiribûn. Di encama vê êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 6 kes jî birîndar bûbûn.