Hêzên Yemenê li Hudeydeyê li ser agirbestê li hev kirin

Aliyên şer ên li Yemenê li muzakereyên li Swêdê bi rê ve diçûn de, ji bo agirbest li bajarê peravê Hudeydeyê bê kirin, li hev kirin.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûteres ragihand ku heyetên Yemenî di mijara Hudeydeyê de li hev kirine. Gûterres anî ziman ku NY di peravê Hudeyde ya stratejîk de wê ‘rola kilît’ bilîze.

Peravên Hudeyde ya deriyê derbasbûna alîkariyên mirovî yên ji aliyên civaka navneteweyî ya ji bo sivîlan, di muzakereyên li Swêdê de weke pirseke kirîtîk derketiy pêş.

Sekreterê Giştî yê NY’yê, wê meha Çileyê dest bi tûrekî nû ya muzakereyan bikin.

Muzakereyên di navbera Milîsên Hûsî û hikûmeta Yemenê de roja Pênçşema hefteya borî li bin sêwana NY a Swêdê pêk hat. Tûra yekem piştî hefteyekê, roja Pênçşemê bi dawî bû.

Hêzên hikûmet û serhilêrên Hûsî ji bo nîşandana niyeta baş, ji bo berdana 15 hezar girtiyan li beramberî hev li ser lîsteya navên hatine amadekirin li hev kirine.