Hêzên Iraqê bajarokê Baduş ji çeteyan rizgar kirin

Bajarokê Baduş ê Telefer ê dikeve bakûrêrojavayê Mûsilê, ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve ji çeteyan hate paqijkirin. Her wiha rêveberekî DAIŞ'ê jî di nav de 40 çete hatine kuştin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji 17'ê Cotmeha 2016'an ve didome. Wezareta Parastina Iraqê îro têkildarî operasyonê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Îro hêzên me tevahiya bajarokê Baduş ê dikeve bakûrêrojavayê Mûsilê kontrol kir û hejmarek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Tûgaya 9'emîn a artêşa Iraqê, bi alîkariya tûgaya Ebas û Îmamê Elî bajarokê Baduş kontrol kirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrîşan de nêzî 40 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, her wiha di nava çeteyên hatin kuştin de, rêveberê DAIŞ'ê yê bi navê Ebû Ebdulrehman jî heye.