Hezaza li Papûa Nû Gîne: Zêdeyî 2 hezar kes mirin

Li eyaleta Enga ya Papûa Nû Gîneyê, ji ber hezazê zêdeyî 2 hezar kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya roja Duşemê, rayedaran diyar kirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji texmînên beriya niha gelekî zêdetir e.

Beşek ji Çiyayê Mûngalo yê li eyaleta Engayê roja Înê saet di 03:00 de herifî. Bûyer bû sedem ku bi dehan mal xera bibin.

Wezîfedarên rizgarkirinê diyar kirin ku li gundê karesatê lê rû da hejmara mirovan ji texmînan zêde bû û li gorî texmîna dawiya hefteyê 670 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Lê belê di nameyeke navenda rêveberiya afetê ya neteweyî de ku ji ofîsa Neteweyên Yekbûyî re hate şandin, hate gotin, "Ji ber hezazê zêdeyî 2 hezar mirov di binê axê de mane."

Rayedaran her wiha bang li artêşê û hemû tîmên destwerdanê yên neteweyî kir ku bi rengekî hevpar û lezgîn tevbigerin û karê rizgarkirinê bimeşînin.

Hate ragihandin ku ji ber ewlekariyê şêniyên 250 malên li derdorê hatine veguhestin.

Li gorî şêniyên herêmê, barana zêde ya hefteyên dawî bû sedem ku hezaz rû bide.

Li gorî Banka Cîhanê welatê Papûa Nû Gîne yek ji wan deveran e ku baraneke zêde lê dibare û ji ber baranê jî timî hezaz lê rû dide.

Meha Adarê li wîlayeteke cîran hezazê rû da bû û herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Rayedarên Papûa Nû Gîne bang li civaka navneteweyî kirin ku alîkariyê bi wan re bike. Her wiha Ji Neteweyên Yekbûyî û dostên navneteweyî jî daxwaza alîkariyê kirin.