Hewldana sûîqesta li dijî Trump: Li ser X’ê teoriyên komployê, gelo Musk destûrê dide?

Hate ragihandin ku li ser medyaya dijîtal a Elon Musk ya bi navê X’ê, têkildarî hewldana sûîqestê ya li dijî Trump destûr hatiye dayîn ku bi awayekî berfireh teoriyên komployê li ser medyaya navborî belav bibin.

Li gorî rapora ku ji aliyê Centre for Combating Online Hate (CCHR) ve hatî amadekirin, ji roja Şemiyê heya niha ku wê rojê li Pennsylvaniayê li dijî serokê DYE’yê yê berê Trump hewldaneke sûîqestê pêk hatibû, li ser platporma X’ê ji 215 milyonî zêdetir parvekirinên teoriyên komployê hatine weşandin.

Di navbera teoriyên herî popûler ên hewldana sûîqestê de teoriya ‘’Tê texmînkirin ku sûîqestkar ji hundir e û Servîsa Veşartî ya ku Trump û Serokê DYE’yê Biden diparêze weke sûcdar dibîne’ nêzîkî 50 milyon carî hatiye temaşekirin.

Weşaneke din a popûler jî ew e ku sûîqesta li dijî Trump weke hewldaneke ji bo bidestxistina sempatî û piştevaniya gel bi nav dike ku weşana navborî ji 10 milyonî zêdetir hatiye temaşekirin.

Şemiyê piştî sûîqesta li dijî Trump Elon Musk ji raya giştî re diyar kiribû ku ew piştgiriyê dide serokê berê yê DYE’yê Trump. Li gorî Wall Street Journalê jî Elon Musk ji bo piştevaniya kampanyaya Trump plan dike ku her heyvê 45 milyon dolarî bide komeke sektora teknolojiyê.