BI DÎMEN

Hevserokê MXDŞ'ê bang li koçberan kir: Bi dilekî rehet vegerin Şengalê

Di demekê de ku biryar hate dayin hemû dibistanên li kampên Başûrê Kurdistanê bêne girtin, Hevserokê MXDŞ'ê bang li xelkê Şengalê yê li kampan kir ku bi dilekî rehet vegerin ser cih û warê xwe.

Li Şengalê 10’emîn salvegera fermana 3.8.2014’an nêzîk dibe û rojeva esasî ya gelê Şengalê vegera koçberan ji kampên Başûrê Kurdistanê û avakirina îdareya nû ya Şengalê ye. Rêveberiya Xweser a Şengalê hewl dide rê li ber vegera gel a Şengalê veke û îdareya nû jî li gorî xwestekên gel ava bibe. PDK jî bi hemû rê û rêbazan li dijî vegera gel û îdareya gel kar dike.

Dadgeha Federal a Iraqê di nava hefteya bihurî de ji bo vegera koçberên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê biryareke girîng da. Li gorî vê biryarê wê di 30’ê Tîrmeha 2024’an de hemû dibistanên li kampan bi temamî werin girtin û careke din venebin. Wê êdî zarokên Êzidî li kampan nikaribin biçin dibistanan, lê mafê wan heye dema vegeriyan Şengalê dibistana xwe dewam bikin. Wezareta Perwerdehiyê ya Başûrê Kurdistanê ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Federal a Iraqê da. Dadgehê serlêdana wezaretê red kir, biryara girtina dibistanên li kampan careke din erê kir û ev biryar misoger kir.

PDK’Ê ÎDAREYA ŞENGALÊ DESTESER KIRIBÛ

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo der barê van bûyeran de û her wiha têkildarî proseya avakirina îdareya nû ya Şengalê axivî û agahiyên girîng dan. Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo bi bîr xist ku beriya fermanê îdareya fermî ya Şengalê di bin hikmê PDK’ê de bû û ev nirxandin kir: “PDK’ê dest danî ser Çiyayê Şengalê û wekî silteyek tasarûf li ser gelek tiştî kirin. Bêyî bi hikûmeta navendî re bişêwire li hemû nahiyeyan îdareya xwe danî. Ji 2003’an heya 2014’an PDK li ser îdareya Şengalê ma û xizmetek ji Şengalê re nekirin. Ji 2014’an heya roja me ya îro îdareya navenda Şengalê û nahiyeyên wê ji aliyê fermî ve hê jî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne."

‘ÎDAREYA NÛ WÊ LI GORÎ DAXWAZA GEL PÊK WERE’

Nayîf Şemo diyar kir ku ne gelê Şengalê ne jî Rêveberiya Xweser a Şengalê vegera îdareya kevn a PDK’ê qebûl nakin û wiha dewam kir: "Îdareya nû ya Şengalê wê li gor qanûnên Encûmena Meclîsa Mûsilê were danîn. Encûmena Meclîsê xwedî maf e ku îdareyê ji nû ve ava bike. Lê pêwîst e ev li gor xwesteka xelkê wê herêmê be. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li gorî xwestekên gel tevdigere."

Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo der barê mijara vegera koçberên Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê de jî bi bîr xist ku Wezareta Koç û Koçberan biryar daye heya 30’ê Tîrmehê deriyên kampên koçberan werin girtin û got: “Lê mixabin kesên mîna Viyan Dexîl li koçberan digerin û ji gel re dibêjin venegerin Şengalê. Viyan Dexîl ku bi navê Şengalê dipeyive, li ser navê Şengalê ji parlamenta Iraqê re tê hilbijartin û vê xiyanetê li xelkê xwe dike. Ew dibin rêgir û nahêlin gelê me vegere ser cih û warê xwe."

‘WÊ DIBISTANÊN LI KAMPAN BÊN GIRTIN’

Nayîf Şemo der barê vegera koçberan de bal kişand ser biryareke girîng a ji bo vegera koçberan û ev agahî dan: "Dadgeha Federal a Iraqê der barê vegerê de biryareke nû da ku divê gelê me zanibe. Careke din wê li kampan dibistan neyên vekirin. Bila gelê me yê li kampan vê jî zanibe û bi dilekî rehet vegerin ser cih û warê xwe. Em bi hev re Şengalê ava bikin."