Hevdîtinên DYE-Talîbanê wê 29'ê Hezîranê pêk werin

Hate ragihandin, hevdîtinên navbera DYE û Talîbanê wê dawiya mehê bidomin.

Di navbera Talîban û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) de hevdîtin wê bidomin.

Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê li Efganistanê Zalmay Halilzad diyar kir, hevdîtinên nû yên bi Talîbanê re wê 29'ê Hezîranê pêk werin.

Halîlzad ragihand, ew hêvî dikin ku di hevdîtinan de gavek were avêtin û diyar kir, li gorî çavdêriyên xwe yên der barê hevdîtinên li Efganistan û Qatarê, 'her du alî dixwazin gavê biavêjin'.

Li gorî agahiyan hevdîtinên dawî jî wê mîna yên beriya xwe li Qatarê pêk werin.

Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê Efganistanê Zalmay Halilzad û rayedarên din ên Emerîkî mehên dawî bi rayedarên Talîbanê re şeş caran li hev kom bûbûn.