Hevdîtina DYE-Rûsyayê wê li Riyadê were kirin
Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ragihand ku hevdîtina di navbera DYE û Rûsyayê de, wê li paytexta Siûdî Erebistan Riyadê were kirin.
Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ragihand ku hevdîtina di navbera DYE û Rûsyayê de, wê li paytexta Siûdî Erebistan Riyadê were kirin.
Li gorî daxuyaniyê Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokê DYE’yê Mike Waltz û Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff wê di civîna bi Rûsyayê re ya li Riyadê de DYE’yê temsîl bikin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve Tammy Bruce got, sê rayedarên Emerîkî “wê roja Sêşemê li Riyadê bi şandeya Rus re bên ba hev”.