Hêrsa li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê mezin dibe

Tevgera gel a nû ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku 16'ê Îlonê destpê kir, her mezin dibe. Hêzên dewletê heta niha bi sedan kes qetil kirine.

Çalakiyên şermezarkirinê, bi wesîleya salvegera sêyemîn a tevgera gel ku Mijdara 2019'an li hemberî buhayê zêde yê sotemeniyê destpê kir, berfirehtir bûn.

Piştî ku jin a ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî di 16'ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hate qetilkirin, çalakiyên şermezarkirinê destpê kiribûn.

Ev tevgera gel kete meha sêyemîn. 17'ê Mijdarê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Ûrmiye, Mahabad, Bokan, Seqiz, Dîwander, Sine, Kamyaran, Kirmaşan, Abdanan û Îlamê li gel êrîşên dewletê jî gel li qadan bû.

Hate ragihandin ku li Sine Aram Hebîb û Şaho Behmanî, li Bokan, Mahabad û Seqizê jî Xefûr Mewlûdî, Azad Hisên Pûr û Rehman ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Bi dehan kes jî birîndar bûn. Ji ber kêmaniya derfetên ragihandinê, ji her qada çalakiyan agahî nayê bidestxistin.

Ji dîmenên ku li tevnên dîjîtal têne parvekirin, tê dîtin ku li Sineyê dirûşma 'Mirin ji dîktator re' tê qîrîn.

Tê gotin ku bersiv ji êrîşên tund ên hêzên dewletê re tê dayin û albayekî polîsan miriye, polîsek jî birîndar bûye.

Li bajarê Bokanê jî avahiya şaredariyê hate şewitandin.

Hate ragihandin ku roja Çarşemê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê di êrîşên hêzên dewletê de herî kêm 10 çalakger hatin qetilkirin.

Li dehan bajarên Îranê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Bi taybetî li Tehran, Meşhed, Babol, Tewrêz, Bender Abbas, Masal, Şîraz û Îsfahanê çalakiyên berfireh hatin lidarxistin.

Li gorî medya fermî, li bajarê Meşedê 2 endamên hêza paramîlîter Besîc bi kêrê hatin kuştin.

Roja Pêncşemê her wiha li cihê jidayikbûna damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê Rûhûlla Hûmeynî li bajarê Hûmeynê çalakiyên xwepêşandanê hatin lidarxistin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Ewropayê ye heta niha herî kêm 342 kes hatin qetilkirin ku 43 ji wan zarok bûn.