Herîrî îstifaya xwe vegerand, lê krîz dewam dike

Serokwezîrê Lubnanê Saad Herîrî, sê hefte piştî îstifayê li welatê xwe vegeriya. Dema gihîşt welatê xwe, îstifaya xwe vegerand.

Herîrî 4'ê Mijdarê di dema serdana xwe ya Erebîstana Siûdî de îstifaya xwe eşkere kiribû. Herîrî gotibû ku Hîzbûllah û Îran hewl didin li Lubnanê serwer bibin û bi fikar e ku sûîqest li wî bê kirin.

Serokkomar Mîchel Aoûn, gelek hêzên siyasî û Hîzbûllahê ragihandibûn ku Herîrî û malbata wî li Riyadê dîl hatine girtin.

Di encama navbeynkariya Fransayê de Herîrî roja Şemiyê ji Riyadê çû Parîsê û roja Sêşemê jî ji wir berê xwe da Beyrûdê. Lê belê hewldana Fransayê ya ji bo rizgarkirina Herîrî jî, gumanên li ser îstifaya wî û serdana Riyadê ji holê ranekir.

Îstifaya Herîrî weke encameke hevrikiya herêmî ya navbera Erebîstana Siûdî û Îranê tê dîtin. Herîrî di cejna serxwebûnê de vegeriya welatê xwe.

Serokkomar Aoûn îstifa qebûl nekir. Dihate payin ku Herîrî îstifaya xwe bi rengekî nivîskî li ser axa Lubnanê bike.

Herîrî piştî ku vegeriya welêt, li ser daxwaza Serokkomar îstifaya xwe vegerand.

Lîderê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah jî rêya lihevkirinê nîşan da û got, "Em li hemû nîqaş û diyaloga li welêt vekirî ne."

Serokkomar Aoûn jî ji Yekîtiya Ereban a ku Hîzbûllah weke rêxistineke terorê ragihand wiha axivî: "Ji bo nirxandina Lubnanê pêwîstî bi zanatiyê heye, naxwe wê rê li ber tevlîheviyê veke."