Herêma Rîfê ya Fasê serî hilda

Li Fasê, binçavkirina mûxalîfê bi navê Naser Zerzafî bû sedem ku bi hezaran kes dakevin qadan.

Naser Zerzafî, ku pêşengî ji çalakiyên protestoyî yên gel ên li bakurê Fasê re dikir, roja Duşemê hate binçavkirin. Êvara Sêşemê, bi hezaran kes piştî ku fitara xwe vekirin, daketin kolanên El Hoceîma.

Çalakiyê li gorî dema herêmê saet di 22:00 de dest pê kir. Polîs di destpêkê de ji bo pêşî li kombûna çalakgeran bigire, li bûlwarê bi cih bûn. Lê belê, li ser zexta gel neçar man xwe vekişînin.

Çalakiyê heta nîvê şevê dewam kir. Çalakgeran dirûşmên "Em hemû Zerzafî ne", "Na ji mîlîtarîzmê re" qîriyan.

Gelê Amazîgh ê li Fasê, bi navê xwe yê din gelê Berberî, ji Cotmeha par û vir ve li herêma Rîfê çalakiyên protestoyî lidar dixe.

Ji 26'ê Gulanê roja Înê û vir ve, li El Hoceîmayê ku yek ji bajarên bingehîn ên herêma Rîfê ye, nîvê şevê di navbera polîsan û xwepêşandêran de şer diqewime.

Lîderê tevgera nerazîbûnê Zerzafî, bi hinceta ku zerareê li ewlekariya hundirîn dike roja Duşemê hate binçavkirin. Wê rojê bi qasî 3 hezar kes daketin kolanan.

Li paytext Rabatê jî, bi armanca piştgiriyê bi dehan kes li ber avahiya parlamentê li hev civiyan. Lê belê polîsan xwepêşandêr ji hev belav kirin.

Çalakiyeke din a bi heman rengî li bajarê Casablacayê pêk hat. Polîsan dest li vê çalakiya li nêzî avahiya Walîtiyê werdan.

Ji roja Înê û vir ve polîs operasyonên binçavkirinê dimeşînin. Di hedefa polîsan de kadroyên pêşeng ên xwepêşandanan organîze dikin hene. Tevgera ku ev şeş meh in pêşengiyê ji çalakiyan re dike, xwe weke 'Hîrak' bi nav dike.

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Fasê, hejmara mirovên ji roja Duşemê û vir ve hatine binçavkirin, 70 derbas kiriye.

Tevgera Hîrak a Herêma Rîfê, nerazîbûnê nîşanî dewleta Fasê dide ku bi çavê ewlekariyê li pirsgirêkên civakî û aborî yên li herêmê dinere. Tevgera Hîrak gav bi gav dibe xwedî karaktereke siyasî.

Li gorî daneyên sala 20115'an ên Neteweyên Yekbûyî, li Fasê 5 mîlyon kes xizan in. Bê edaletiya civakî belav dibe, pêşî li azadiya mirovan tê girtin û meqesa navbera dewlemend û xizanan fireh dibe. Bêkarî, daxwazên edaletê û xweseriyê roj bi roj li kolanan xwe didin der.

Herêma Rîfê, ku herêma herî qelebalix a Fasê ye, pêşengiyê ji nerazîbûnên civakî re dike. Ev herêm xwedî dîrok û çandeke xweser e. Herêma Rîfê ku herêmeke çiyayî ya li peravên Derya Spî ye, di heman demê de herêma herî xizan a Qraliyeta Fasê ye. Ev herêm li dijî rêveberiya navendî timî serî hildide.