Her ku rojavayî ji Îranê vedikşin, şîrketên Çînî dikevin şûna wan

Ji ber pêkanînên DYA'yê, piraniya şîrketên cîhana rojava xwe ji Îranê vekişandin. Şîrketên Çînî ku xwe ji pêkanînên DYA'yê venagirin, bi vekişîna şîrketên rojavayî re cihê xwe di nava projeyên girîng ên Îranê de digirin.

Ji ber pêkanînên Serokê DYA'yê Donald Trûmp ên li ser Îranê, ji meha Gulanê ve gelek şîrketên welatên rojavayî biryar dan ku xwe ji Îranê vekişînin.

Yek ji girîngtirîn projeyên enerjiyê yên Îranê, projeya xeta gaza xwezayî ya bi navê Soûth Pars e. Hate hînbûn ku şîrketa cemaweriyê ya Çînê ya bi navê CNPC ev proje girtiye. Beriya niha şîrketa Total a Fransayê di asta 50,1 ji sedî de ev proje bi rê ve dibir. Piştî ku şîrketa Total xwe ji projeyê vekişand, para wê ji CNPC re hate dayin.

Bi vî rengî para CNPC a li nava projeya Soûth Parsê ji rêjeya 30 ji sedî gihîşt 80 ji sedî.

Soûth Pars weke mezintirîn projeya gaza xwezayî ya cîhanê tê binavkirin. Şîrketa Total wê bi 1 milyar dolarî razemenî bikira.

Analîstê enerjiyê Pîerre Terzîan diyar kir ku şîrketên weke CNPC ên para razemeniya xwe ya li Îranê zêde kirin, avantaja wan a herî mezin ew e ku pêkanînên DYA'yê bandorê li wan nake.

Piştî daxuyaniya Trûmp a li dijî Îranê, ji sala 2015'an û vir ve bi sedan şîrketên rojavayî biryar dan ku xwe ji Îranê vekişînin. Tê texmînkirin, ev pêkanîn wê derbeke giran li Îranê bixe, ku van salên dawî di nava krîzeke giran a aboriyê de ye.