Her ku krîz giran bû, dewlemend bêhtir dewlemend bûn

Li cîhanê ji ber şewbê krîza aboriyê dewam dike. Di rewşeke wiha de çend hezar milyarderan sermayeya xwe gelekî zêde kirin.

Li gorî lêkolîna hevpar a bankeyeke Swîsreyê UBS û saziya şêwirmendiyê PWC, di navbera salên 2017 û 2020'î de hejmara milyarderên li cîhanê zêde bû. Hejmara milyarderan sala 2017'an 2 hezar û 158 bû, di Tîrmeha sala 2020'î de bû 2 hezar û 189 kes.

Mijareke din a ku di lêkolînê de bal kişand ew e, ku sermayeya milyarderan zêde bûye. Li gorî Bankaya Cîhanê îsal bi dehan milyon mirov xizan û birçî bûn, lê milyarderan bi 1.3 trîlyon dolarî bêhtir dewlemend bûn.

Li gorî vê yekê di sala 2017'an de sermayeya giştî ya milyarderan 8 trîlyon û 900 milyar dolar bû. Ji meha Adarê heta Tîrmeha 2020'an ku krîza aboriyê mezin e, ev rêje gihîşt 10 trîlyon û 300 milyar dolarî.