Helîkoptereke leşkerî ya Rûsyayê kete xwarê: Personelên tê de mirin

Li Rûsyayê helîkoptereke leşkerî kete xwarê. Hate ragihandin ku personelên tê de hemû mirine.

Li gorî agahiyan, helîkoptera leşkerî ya bi tîpa Mî-8 a artêşa Rûsyayê li nêzî paytext Moskowayê kete xwarê.

Wezareta Parastinê bi daxuyaniyekê diyar kir ku helîkopter ji bo veguhastina leşkerî û sivîl dihate bikaranîn, lê li nêzî bajarê Klînê kku bi 90 kîlometreyî dûrî paytext Moskowayê ye ketiye xwarê.

Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku helîkopter ji ber 'kêmasiyeke teknîkî' ketiye xwarê û personelên di helîkopterê de hemû mirine. Lê belê nehate eşkerekirin ku çend kes di helîkopterê de hebûn.

Tê zanîn ku modelên herî mezin ên helîkopterên Mî-8 dikare bi 32 kesî bifirin. Sala 2018'an di qezayeke din a Mî-8 de ku li herêmên bakurê Sîbîryayê qewimî, 15 karkerên li navendeke petrolê dixebitî û 3 personelên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dabûn.