Hejmara mirovên li Srî Lankayê mirin bû 164 kes

Hejmara mirovên ji ber karesata lehiyê ya li Srî Lankayê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 164 kesî.

Barana dijwar a ku roja Înê dest pê kir, li başûr û rojavayê welêt bû sedem ku lehî rabe û erd bişemite. Li gorî bîlançoya dawî, herî kêm 164 kesî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê karesatê, bi qasî nîv mîlyon mirov bê cih û war man.

Li gorî daxuyaniya Dîsaster Management Centre (DMC), 104 kes hê winda ne û 88 kes jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Wekî din, li gorî pêşdîtina servîsên meteorolojiyê, tê payîn ku rojên Duşem û Sêşemê barana mûsonê bibare. Tirs û fikar hene, baran pêşî li hewldanên alîkariyê bigire.

Artêşa Srî Lankayê ji bo alîkariyê bide mexdûran, ji bo xwarinê û pêdiviyên bingehîn belav belav bike, helîkopter, keştî û wesayîtên di nava navê de mîna keştiyê dikarin bigerin, bi kar tîne.

Hikumeta Srî Lankayê banga alîkariyê li qada navneteweyî kir. Hîndîstanê ji bo alîkariyê keştiyeke leşkerî û tîmeke tenduristiyê şand. Neteweyên Yekbûyî ragihand, ku wê konteynirên avê û tabletên ku avê paqij dike, bişîne. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand, ew ê alîkariya tenduristiyê bişîne ji herêmên ku lehî lê rabûye. Pakîstan jî ji bo alîkariyê bi hikumeta Kolombo re hevdîtinan dike.

Ev karesat weke lehiya herî giran a 14 salên dawî tê dîtin. Di karesata sala 2003'an a ji ber barana mûsonê de, 250 kesî jiyana xwe ji dest da bûn, 10 hezar xanî xera bû bûn. Di sala 2016'an de ji ber baranê zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest da bûn.