Hejmara mirovên li Japonyayê mirin zêde dibe

Li Japonyayê, hejmara mirovên ji ber karesatên xwezayî vê dawiyê mirin, herî kêm 122 kes e.

Li Japonyayê ji ber baranê lehî rabû û erd şemitî. Hejmara mirovên ji ber karesatên xwezayî mirin roj bi roj zêde dibe.

Li gorî daxuyaniya dawî ya rayedarên hikumetê, herî kêm 122 kes mirine.

Li Japonyayê ku rewşa karesata xwezayî hate ragihandin, karê lêgerîn û rizgarkirinê bi giranî li herêmên rojava tê kirn. Tê gotin ku hê jî bi dehan kes winda ne.

Ji ber barana rojên dawî ya li Japonyayê, karesatên xwezayî yên herî dijwar ên 30 salên dawî rû dan.