Hejmara miriyên di komkujiya Refahê de gihişt 45 kesan

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku hejmara miriyên di êrîşa Îsraîlê ya li ser kampeke koçberên Fîlîstînê ya li Refahê de gihişt 45 kesan

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di komkujiya ku duh li Refahê pêk hat de 23 jê jin, zarok û extiyar 45 kes şehîd bûn. Bi giştî 249 kes birîndar bûn.”

Parastina Sivîl a Fîlîstînê jî bi daxuyaniyeke ragihandibû ku nêzî 40 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê bi daxuyaniyeke cuda ragihandibû ku di şerê zêdetirî 7 meh in didome de di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 66 ji wan di 24 saetên dawî de bi giştî herî kêm 36 hezar û 50 kes jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta li Xezayê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve 81 hezar û 26 kes birîndar bûne.