Hejmara kesên li Iraqê bi vîrûsa Korona ketine zêde dibe

Hejmara mirovên li Iraqê bi vîrûsa Korona ketin gihîşt 27 kesî.

Hejmara mirovên li Iraqê bi vîrûsa Korona ketine roj bi roj zêde dibe. Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê 6 kesên din li bajarên cuda yên welêt bi vîrûsê ketine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hejmara mirovên li Iraqê bi vîrûsa Korona ne gihîştiye 27 kesî.

3 ji wan li Bexda, yek jê li Meysan, yek jî li Necefê ne. Li Iraqê vîrûsa Korona destpêkê li Necefê hatibû dîtin.

Li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê jî 4 kesên diçûn Îranê û dihatin bi vîrûsê ketin.

Ji ber şewbê Iraqê ji 20'ê Sibatê ve deriyên sînor ên bi Îranê re bi demkî girtiye û seferê balafiran rawestandiye.