HDK-E: Kongreya HDP’ê bûye kabûsa AKP‘ê

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan-Ewrûpa HDK-E li hember zextên dijwar ên li ser pêkhateyên HDK’ê nerazîbûn nîşan da û banga xwedîderketina li HDK û HDP’ê kir.

HDK-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku bi zagonên Rewşa Awarte û KHK’yan li ser HDK/HDP’ê û dijberên şer hiqûqa ji dijmin re tê kirin tê meşandin. 

HEWLDANA DAGIRKERIYA EFRÎNÊ LI HEMBER KURDAN DIJMINAHÎ YE

HDK-E’yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û got: “Erdoganê Îslamîst-faşîst ev 22 roj in ji bo ku Efrînê dagir bike, şer dike.“ Her wiha hat gotin ku rejîma Erdogan ji bo dijberên şer û alîgirên aşitî û demokrasiyê yên di hindur de bêdeng bike serî li her rê û rêbazî dide û wiha dewam kir: “Tifaqa Erdogan-Bahçelî-Kiliçdaroglu bi derûniya ku şerekî netewî dikin, gel bi jehrî dikin.”

LI SER HDK/HDP’Ê HIQÛQA JI DIJMIN RE DIMEŞÎNIN

Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku bi giştî bi hezaran hevserok, rêveber, wekîl û endamên HDP’ê hatine girtin û wiha dewam dike: “Bi zagonên Rewşa Awarte û KHK’yan li ser HDK/HDP’ê û dijberên şer hiqûqa ji dijmin re tê kirin tê meşandin.  Dîktatorê faşîst Erdogan her roj her kes û beşên li hember derdikevin, her sazîyên li hember derdikevin bi xayintiya ji welat re û terorîstiyê sûçdar dike.“

KONGREYA HDP’Ê BÛYE KABÛSA AKP’Ê

Di daxuyaniyê de HDK-E balê dikşîne ser 3. Kongreya HDP’ê ya ku wê di 11’ê Sibatê de li Enqerê pêk were û dibêje ku dewlet li çar aliyên welat pêkhateyên HDP’ê digrin binçavan.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Erdogan ji kongreya HDP’ê ya wê di tevlîbûna deh hezaran bê lidarxistin ditirse û dibêje: “Ji ber vê sedemê AKP-Erdogan dixwazin kongreya HDP’ê asteng bikin, krîmînalîze bikin. Ne ji ber ku bi hêz in êrîş dikin, ji ber ku ditirsin êrîş dikin. Têkoşîna me ya li hember van êrîşan wê nesekine.”