Hate gotin di tetbîqata Rûsyayê de temaşevan hatin bombekirin

Hate gotin di tetbîqata leşkerî ya bi navê Zapad de, ku bi hevkariya Rûsya û Rûsyaya Spî de tê kirin, ‘bi şaşî’ temaşevanên ku li tetbîqatê dinerîn hatine bombekirin.

Li gorî nûçeyên medyaya Rûs, di dema tetbîqatê de helîkoptereka di nav tetbîqatê de dema ku rokêt avêtiye, rokêt li qada temaşevanan ketiye. Li gorî nûçeyan, bombeya ku ji helîkoptêrê hatî avêtin li qadeke parkê ketiye.

Hate gotin di bûyerê de hin kes birîndar bûne, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê got dîmenên derbarê îdîayê ne rast in. Lê li gorî wezaretê de di bûyerê de ti mirin û birîndarî çênebûye.

Berdevekî wezaretê ji ajansa înterfaxê re axivî, derbarê cihê bûyerê û dema bûyerê tiştek negot.
Li gorî nûçeyên medyaya Rûs bûyer li Lûzhskyê, 100 km dûrî sînorê Estonyayê, roja Yekşem an jî Duşemê pêk hatiye.

Tetbîqeta ku di navbera Rûsya û Rûsyaya Spî de tê kirin ji hêla welatên NATO’yê ve tê şopandin. Welatên NATO’yê diyar dikin bi deh hezaran, nêzî 100 hezar leşker tevlî tetbîqatê bûne, Rûsya jî got 12 hezar û 900 leşker tevlê bûne. Heke ji 13 hezarî zêdetir leşker tevlê bibin divê tetbîqat bi çavdêriya qada navdewletî were kirin.