Hamasê êrîşa li Qûdsê li xwe girt

Hamas a Fîlîstînî berpirsyariya êrîşa çekdarî ya li Qûdsê li xwe girt ku di encamê de 3 kes hatin kuştin û li dijî Îsraîlê banga 'mezinkirina berxwedanê' kir.

Di daxuyaniya Hamasê de hate gotin, "Li Sûr Baher ku herêmeke rojhilatê Qûdsê ye, endamên Tûgayên Îzzedîn El Kassam Mûrat Nemr (38) û Îbrahîm Nemr (30) ku birayên hev bûn, dema ku operasyonek pêk anîn ku sê şêniyên herêmê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, xwe feda kirin."

Polîsên Îsraîlê piştrast kir ku herdu êrîşkar hatine kuştin.

Rayedarên Îsraîlê ragihandibûn ku li rawestgeheke otobusê di êrîşê de jineke 24 salî, mêrekî 73 salî û jineke 60 salî hatin kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.

Êrîş piştî biryara dirêjkirina agirbesta navbera Hamas û Îsraîlê hate kirin.