Hamas: Li Xezeyê hejmara miriyan bû 35 hezar û 984

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Yekşemê daxuyanî da û ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve hejmara kesên li Xezeyê mirine, gihişt 35 hezar û 984’an.

ŞERÊ XEZEYÊ

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê têkildarî şerê ku zêdeyî 7 meh in didome, bîlançoyeke nû eşkere kir.

Li gorî wezaretê di êrîşên Îsraîlê de, 35 hezar û 984 kes mirin û 80 hezar û 643 kes birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku di nava 24 saetên dawî de, herî kêm 81 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

317 ENDAMÊN HÎZBÛLLAHÊ MIRIN

Li Lubnanê jî êrîş didomin. Hîzbûllahê ragihand ku “du şervanên wan” mirin. Her du jî şeva Şemiyê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser başûrê welêt de, di malekê de mirin.

Li gorî medyaya Lubnanê ji 8’ê Cotmehê dema ku şerê ji sînor wêdetir destpê kirî û vir ve, li Lubnan û Sûriyeyê 317 endamên Hîzbûllahê hatin kuştin.