Hamaney: Divê êrîşa Îsraîlê ne were mezinkirin, ne jî biçûkxistin

Lîderê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku divê êrîşa Îsraîlê ya li ser herêmên leşkerî yên li Îranê, ‘ne were mezinkirin, ne jî biçûkxistin’.

ÊRÎŞA ÎSRAÎL

Ayetullah Hamaney li ser medyaya dîjîtal X’ê daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî êrîşa Îsraîlê da. Hamaney diyar kir ku Îsraîlê “hesaba şaş” kiriye û got, “Divê zirara rejîma siyonîst ne were mezinkirin, ne jî biçûkxistin.”

Îsraîlê ragihandibû ku roja Şemiyê ji beriya berbangê paytext Tehran jî di nav de, li dijî tesîsên hilberandina fuzeyan a li 3 wîlayetên welêt êrîşa hewayî pêk aniye.

Hêzên çekdar ên Îranê diyar kirin ku tenê “sîstemên wan ên radarê” zirar dîtine û 4 subay mirine.

Rayedarên Îranê û medyayê pesnê qabîliyeta parastina Îranê dan û bandora êrîşê biçûk xistin.

Îsraîlê vê êrîşa ku pêk anî, weke bersiva êrîşa Îranê ya ku 1’ê Cotmehê li ser xaka wê pêk anî, diyar dike.

Îranê piştî êrîşa Îsraîlê ya roja Şemiyê, ragihand ku mafê wî yê xweparastinê heye. Îsraîl jî gef xwar ku eger bersiv bê dayîn, “wê berdêleke giran bê dayîn”.