Guşarên destpêkê yên Trûmp li dijî Tirkiyeyê

Gavên destpêkê yên guşaran ê Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp a li dijî dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê didomîne hate ragihandin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp peymana bazirganiyê ya 100 milyar dolar a li gel Tirkiyeyê rawestand, weke gava ewilê baca ji sedî 50 ya li ser çelîk a Tirkiye dikire dîsa xiste meryetê.

Dîsa Trûmp ragihand ku wê biryarnameya guşarên li ser rêveberên hikûmeta Tirk a niha û berê îmze bike. Trûmp got: “Di demeke nêzîk de ez ê têkildarî rêveberên hikûmeta Tirk ên niha û berê, her wiha kesên ku destekê didin xebatên nearamkirinê yên Tirkiyeyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, biryarnameyekê îmze bikim.”

Trûmp diyar kir ku divê Tirkiye destkeftiyên wan ên li dijî DAÎŞ’ê bi dest xistiye nexe talokeyê. Dîsa Trûmp diyar kir ku divê Tirkiye kêmenetew, ol û sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze. Trûmp anî ziman ku qetilkirina sivîlan, êrîşên li ser binesazî, hedefkirina ol û kêmenetewan nayê qebûl kirin.

Trûmp bi domdarî got: “Leşkerên Tirkiyeyê jiyana sivîlan û aştiya herêmî, ewlekarî û aramiya herêmê dixe talokeyê. Min ev vekirî ji Serokkomar Erdogan re got: ‘Tevgera Tirkiyeyê rê li ber krîzên mirovî û zemînê sûcên şer vedike.’ Divê Tirkiye kêmenetew jî di nav de ewlekariya sivîlan pêk bîne. Niha dibe û siberojê dibe divê Tirkiye ji terorîstên DAÎŞ’ê yên li herêmê bên girtin berpirsyar be. Mixabin nabînin ku dagirkeriya Tirk bandora wê ya mirovî kêm dike.

Trûmp li ser vekişîna leşkerên DYE’yê jî ev got: “Wê hejmarek kêm leşkerên DYE’yê ji bo bermayên DAÎŞ’ê têk bibe, wê li baregeha AT Tanf a dikeve başûrê Sûriyeyê bimînin.”

Herî dawî Serok DYE’yê Donald Trûmp got: “Eger lîderên Tirkiye rê li ber xeteriyên mezin veke, ez amade me ku aboriya Tirkiyeyê tarûmar bikim.