Gundiyên Larzacê şîrketa dagirker dagir kirin

Li Larzacê ku li Fransayê yek ji sembola têkoşîna gel e, gundiyan li dijî projeya çewlika fotovolatîkê bi ser şîrketekê de girtin û ew dagir kirin.

Şîrketa Arkolîa Energîes li Larzacê li ser 400 hektarî ji bo ku ji enerjiya rojê elektrîkê hilberîne armanc dike ku çewlika fotovoltaîk ava bike. Şîrket plansaziya wê idke ku vê projeyê, li navenda qadeke wiha ava bike ku di lîsteya mîrateya cîhanê ya UNESCO'yê de ye.

Nêzî 30 endamên Konfederasyona Gundiyan ketin lokalên şîrketê û projeya çewlika fotovoltaîk şermezar kirin.

Yek ji berdevkê netewî yê Konfederasyona Gundiyan Nîcolas Gîrod got, ''Hûn xaka me ya gund dagir dikin, em jî lokalên şîrketên we dagir dikin''. Gîrod got armanca wan e we ku bi rêveberiya şîrketê re rûnin.

Rêveberiya şîrketa dagirker jî ji rêbaza çalakiyê aciz bû û got, li ser projeyê hê danûstandinên cameweriyê didomin. Li gorî berdevkekî şîrketê tekerên wesayitên jandarma hatin teqandin. Çalakiya dagirkirinê saetekê dom kir.

Danûstandinên li dor projeya bi navê SoLarzacê 16'ê Nîsanê dest pê kirin û heta 23'yê Tîrmehê wê bidomin.

Larzac yek ji sembola têkoşîna gel e. 1971'ê hikûmeta Fransiz ji bo ku qada kampa leşkerî berfireh bike xwest ku dest li ser Larzacê deyne. Gundî li dij vê derketin û 10 salan çalakiyên bêîtîatiya sivîl kirin. 1981'ê Serokkomar Fraçoîs Mîtterand proje betal kir.

8-10'ê Tebaxa 2003'an platoya Larzacê ji çalakiyeke mezin a dijî globalîzmê re malxweyîtî kir. Ev çalakî bi banga Konfederasyoan Gundiyan û kolektîfên sendîkayan pêk hat. Ji 200 hezarî zêdetir kes 3 rojan li ser bandora lîberaliya bazirganiyê ya li ser jiyanê gotebêjî kirin.