Greva qemyonvanan a li Brezîlyayê dewam dike

Tevî ku Serokkomar Michel Temmer tawîz dane jî greva qemyonvanan dewam dike.

Li Brezîlyayê, qemyonvan ji 29'ê Gulanê û vir ve di grevê de ne. Ji ber grevê rê xitimîne. Ji ber vê rewşê, gel nerazîbûneke mezin nîşanî Serokkomar Mîchel Temmer da. Temmer li ser vê yekê got ku ew bawer e, çalakî 'îro' ya jî 'sibe' biqede. Tevî ku Serokkomar daxwazên qemyonvanan qebûl kiriye jî grev dewam dike.

Tirs û fikara li bazara malî jî dewam dike. Şîrketa petrolê ya dewletê Petrobas, roja Duşemê 14 ji sedî kêm kir. Windahiya li Borsayê jî gihîşt rêjeya 4.5 ji sedî.

Li 20 ji 27 eyaletên Brezîlyayê rê xetimîne. Ji ber vê yekê jî sotemenî negihîşt gelek stasyonên sotemeniyê. Berhemên teze ji marketan re nayê birin. Li nexweşxaneyan pirsgirêka tedarikê heye. Zanîngeh ji ber greva qemyonvanan hatine girtin.

Qemyonvan dibêjin, "Ev têkoşîn ne tenê ya qemyonvanan e, ya tevahiya gelê Brezîlyayê ye" û dixwazin xizmetên tenduristî û perwerdeyê bên başkirin û li dijî pirsgirêkên ewlekariyê têkoşîneke xurt bê dayin. Hinek ji qemyonvanan bang li artêşê kirin ku dest li sîstema siyasî ya riziyayî werde.