Greva li Fransayê ya li dijî reforma teqawîtiyê di roja 42'an de ye

Li Fransayê, grevên bi banga sendîkayan li dijî reforma teqawîtiyê dest pê kirin dewam dikin. Tê payin ku grev bandoreke giran li sektora veguhastinê bike.

Hikumet di reforma teqawîtiyê de temenê teqawîtbûnê 64 salî destnîşan kir. Tevî ku ev şertê xwe ji bo 'demekê' vekişand jî sendîka bi biryardarî li ber radibin.

Dawiya vê mehê wê hikumet bi sendîkayan û nûnerên karsazan dest bi hevdîtinan bike. Beriya van hevdîtinan li sektora veguhastinê grev dewam dike. Greva di roja 42'an de ye. Xebatkarên şîrketa rêyên hesinî SNCF û şîrketa RATP uk veguhastina Parîs û derdora wê dike tevlî greva îro dibin.

Li gelek xetên metroyê ji ber grevê sefer kêm bûn, li gelekan jî wê di nava rojê de sefer neyên kirin.

Li gelemperiya welêt yek ji pênc parên seferên trena bi lez (TGV) û seferên TER ên herêmî, li derdora Parîsê jî yek ji çar seferên trenên herêmî hatine betalkirin.

Li Fransayê ji 5'ê Kanûnê ve li dijî planên reforma teqawîtiyê bi pêşengiya sendîkayan û yekîtiyên xwendekaran sekne bi biryar tê nîşandan.